Kishore Kumar Hits

Mem Ararat - Xatirxwestin lyrics

Artist: Mem Ararat

album: Nefel


Sî girtîye qiraxa
Wextê dil û xatira
Min got min bi rê bike le
Ne got erê, ne got na
Wa yarê, ha yarê
Derengîyê rojê bû
Agir dil ket, hil bû dû
Da rê û ji ba min çû
Wa yarê, ha yarê
Wa yarê, mal wêranê
Derengîyê rojê bû
Agir dil ket, hil bû dû
Da rê û ji ba min çû lê
Wa yarê, ha yarê
Wa yarê, mal wêranê
Min got ez çîyayî me
Evîn pîroze li ba me
Kincekî ji agire lê
Dişewtîne, dişewtîne
Wa yarê, ha yarê
Min wê rojê xewnek dît
Zînek û evînek dît
Birîne ew sed birîn lê
Wa yarê, ha yarê
Wa yarê, mal wêranê
Min wê rojê xewnek dît
Zînek û evînek dît
Birîne ew sed birîn lê
Wa yarê, ha yarê
Wa yarê, mal wêranê

Поcмотреть все песни артиста

Other albums by the artist

Similar artists