Kishore Kumar Hits

Mem Ararat - Gazin lyrics

Artist: Mem Ararat

album: Nefel


Ev evîn tayeke sar e
Rê û hesret û adar e
Pêt û agir jê dibare
Çi har e har e har e
Jê dûr ketim, dilêm êşî
Dibe tofan erd dihêjî
Ne dikuje ne dihelî
Çi jahr e jahr e jahr e
Lê nîvî rê bê taqet mam
Gazî dikim nade olan
Encax bi te wê bê gulan
Tu were were were
Tu were were were
Li qiraxa emrek şikestî
Ji bo y' nîsanê tu bûy' hêvî
Çawa diçe û min dihelî
Wiha nabe nabe nabe
Ger tu jî nebe sebra min
Gul û kulîlka baxê min
Wê zivistan be havîna min
Tim sar e sar e sar e
Dişewtîne êşa kevnar
Dibe sewta dojehek sar
Min re dinale kevr û dar
Ha were were were
Ha were were were
Dişewtîne êşa kevnar
Dibe sewta dojehek sar
Min re dinale kevr û dar
Ha were were were
Ha were were were

Поcмотреть все песни артиста

Other albums by the artist

Similar artists