Kishore Kumar Hits

Mem Ararat - Ez Hatim lyrics

Artist: Mem Ararat

album: Xewna Bajarekî


Ba lê dixe pelê darê
Diweşîne vê biharê
Te gazî min kir ez hatim
Ez hatim tu ne li wir î
Lerizîm bi bayê barana
Ji sibe heta êvara
Dil şikestî me delalê
Ez hatim tu ne li wir î
Vegerîm hêviyên min nema
Ji sibeh û êvaran
Deng nekir bi min re keniya
Ne got erê, ne got na
Derenge xewa min nayê
Sibehe sebra min nayê
Evîndar bûm e delalê
Ez hatim tu ne li wir î
Ew bihar jî wisa çû
Hiş û aqlê min daye dû
Dil diêşe delalê
Ez hatim tu ne li wir î
Sar bûm ji govend û şahiya
Xwe êşandim bi strana
Dema dît ez wenda bûme
Hate bi min re keniya

Поcмотреть все песни артиста

Other albums by the artist

Similar artists