Kishore Kumar Hits

Mem Ararat - Xewna Bajarekî lyrics

Artist: Mem Ararat

album: Xewna Bajarekî


Vê sibehê bi nîv emrê xezalê
Û bi sewta kewê
Birîna xwe şanî kevirekî didim
Lê lê lê...
Ev heft roj in heft gul vebûne
Li ser sînga dayê
Li kolanê
Kê dît kê nedît
Li guhekî sax digerim
Gotinên min bi destpelinkê
Bi vî alî de diçim
Dîwarekî bilind ji tenêtiyê
Li aliyê din xewek ji kirasê zivistanê
Li jor ezmanekî vikîvala
Vê sibehê bi nîv emrê xezalê
Û bi sewta kewê
Can diavêj im ji bedenê
Ev ne çîroka Hûtê Heftserî ye lê lê
Porkurê, ji binê erdê
Dengê çivîkan tê
Ji dengê xuşîna bayê tivingê
Û bêdengiya pitika li dergûşê
Dengê min ne diçe evda
Ne jî diçe Xwedê...
Tax ewrîn e
Ba dicemidîne
Kolan sar e, lê lê lê
Lê lê lê
Lê lê lê
Xewna vî bajarî, stêrka vemirî
Stûxwar e, lê lê lê
Lê lê lê
Lê lê lê
Hayho ev ax êdî yar e
Lê lê lê
Mirin bi kofî û kitan e
Lê lê lê
Lê lê lê
Lê lê lê
Lê lê lê
Lê lê lê
Lê lê lê
Lê lê lê
Lê lê lê
Lê lê lê
Vê sibehê bi nîv emrê xezalê
Û bi sewta kewê
Birîna xwe şanî kevirekî didim
Lê lê lê...
Ev heft roj in heft gul vebûne
Li ser sînga dayê
Li kolanê
Kê dît kê nedît
Li guhekî sax digerim
Gotinên min bi destpelinkê
Bi vî alî de diçim
Dîwarekî bilind ji tenêtiyê
Li aliyê din xewek ji kirasê zivistanê
Li jor ezmanekî vikîvala
Dî ji vê sûkê nayê dengê çakûçê solkaran
Bi derziyê re çûye kumê xezalê
Porê xwe vediçire kanûna kizirî
Xwezî, havînê kulavek bam li deriyê konê koçerekî
Herî xizanê êlê
Muhtacê dewê taştê û tasek şîva germ li malê
Pêlî min bike, kî biçe û bê
Dibe ku min jî ji bîr bikira
Bêqismetiya hezar salan.
Vê sibê bi nîv emrê xezalê û bi sewta kewê
Can diavêj im ji bedenê
Ev ne çîroka Hûtê Heftserî ye
Lê lê lê
Porkurê, ji binê erdê dengê çivîkan tê
Ji dengê xuşîna bayê tivingê û
Bêdengiya pitika li dergûşê
Dengê min ne diçe 'evda ne jî diçe Xwedê...
Ay lê lê lê

Поcмотреть все песни артиста

Other albums by the artist

Similar artists