Kishore Kumar Hits

Mem Ararat - Lorîka Cemilayê lyrics

Artist: Mem Ararat

album: Kurdîka


Ez ê çi bikim, ne ewrek im ku bibim baran û vî agirî lê vemirînim
Na na, wele ez ne bayekî gur im û vê reş dûxanê lê biqewitînim
Dibêjin alayek xenzîr hatin ber deriyê mala bavê min ji bo dojehê xwînê dirjînin
Lê lê vê sibehê ez ê lorîka berxa xwe Cemîlayê lê binuhurînim
Dibe ku gaziya min alan bide û qesra hezar derî ji binî de hilweşînim, lê hilweşînim
Dibe ku gaziya min alan bide û qesra hezar derî ji binî de hilweşînim, lê hilweşînim

Lê lê berxe, ev çi havîn e bayê berfê lê dûr dixîne?
Wa malîno, em ê biçin qontara Çiyayê Cûdî, wa gav bi gav hêlîna deynin
Ne bes be em ê gazîkin temama Kurdistanê li warê xwe lê bicivînin
Ez ê ji bo birîna Cemîla ya xwe parçeyek cemed lê ez ê bînim, lê ez ê bînim
Ez ê ji bo birîna Cemîla ya xwe parçeyek cemed lê ez ê bînim, lê ez ê bînim

Поcмотреть все песни артиста

Other albums by the artist

Similar artists