Kishore Kumar Hits

Mem Ararat - Evîna Bîharê lyrics

Artist: Mem Ararat

album: Quling Ewr Û Baran


Hîn bihar nehatiye Zozana
Lê dunya li bendî me namîne
Vaye hatim mêvanê te
Deriyê xwe veke
Nebêje qey sibeh tim zû ye
Nebê qey çav wê tim bibîne
Vaye hatim ber deriyê te
Dilê xwe veke
Ey sitbanûya keçên derya
Ji rêçek dûr têm westiya me
Hatime bibim Mem ê te
Baskê xwe veke
Hatim te ji xew hişyar bikim
Ji her du çavên te maç bikim
Agrê evînê har bikim
Çavê xwe veke

Поcмотреть все песни артиста

Other albums by the artist

Similar artists