Kishore Kumar Hits

Sivan Perwer - Hevalê lyrics

Artist: Sivan Perwer

album: Ya Star


Tu bi xêr bê hevala min
Şêrîn û xemrevîna min
Tu bi xêr bê hevala min
Şêrîn û xemrevîna min
Were geşke birîna min
Tu ser serê min re hatî
Were geşke birîna min
Tu ser çavê min re hatî

Ji ku ye rengê kirasê te?
Got "Ji welatê çar perçe kirin."
Ji ku ye rengê kirasê te?
Got "Ji welatê çar perçe kirin."
Ji ku ye zincîra destê te?
Got "Ji dara zindan vekirin."
Ji ku ye zincîra destê te?
"Ji dara zindan vekirin."

Te ji ku anî rengê spehî?
Got "Ji Mûş û Wan û ji gelîyê Elî."
Te ji ku anî rengê spehî?
Got "Ji Mûş û Wan û ji gelîyê Elî."
Te ji ku anî herdû kezî?
Got "Ji Mihabadê gundîyarê."
Te ji ku anî herdû kezî?
"Ji Mihabadê gundîyarê."

Tu ji kurê hatî lê lê dînê?
Got "Ji Qamişloka evînê."
Tu ji kurê hatî lê lê dînê?
Got "Ji Qamişloka evînê."
Kî ne dayik û bavê te?
Got "Ji Cizîr û Nisêbînê."
Kî ne dayik û bavê te?
"Ji Cizîr û Nisêbînê."
Tu bi xêr bê hevala min
Şêrîn û xemrevîna min
Tu bi xêr bê hevala min
Şêrîn û xemrevîna min
Were geşke birîna min
Tu ser çavê min re hatî
Were geşke birîna min
Tu ser serê min re hatî

Поcмотреть все песни артиста

Other albums by the artist

Similar artists