Kishore Kumar Hits

Sivan Perwer - Helebçe lyrics

Artist: Sivan Perwer

album: Helebçe


Hey gidî dinya yê
Dinya bi xweşî û bi zilm!
Ma qey tu tera însana nakî
Te İnsanên xweş û delal afirandî û çêkirîye
Bo çi çavê İnsanan bar û têr nabê?
Geh li ser te xweş dikin,
Geh dûman û ewrê reş û tarî bi sertede dibarînin...
Hevdu diqelînin.
Hey gidî insan!
Bo çi çavên te têr û bar nabê?
Ma rûkê dinyayê têra te nakê?
Pêr Nagazakî, Hiroşîma...
Doh li Vietnam'ê...
Û iro li Kurdistan'ê
Ma Helepçe hindik e?
SAl 1988, meha Adarê...
Gulê Newrozê disa dipişkivîn...
Ewrên reş û tarî
Li ser Newrozada hatin,
Be kêf û şâhî, bê xweşî
Newroza disa serê xwe xarkirin,
Û tovê xwe berda binê erdêda.
Ji bo carek din şîn werin.
Wey lo lo, wey lo lo wey lo
Wezê daketim kel û kaşxanan
Wezê daketim serê birc û van dîwaran
Wezê bi ser kela dilê xwe de mijûl bûm
Dîsa ji xeman û kulan û derdan birîn in
Ax de wey lo lo lo wey lo...
Dîsa bombe û baran e
Her derê girtî mij û dûman e
Dîsa nale-nala birîndaran e
Dengê dayika tê li ser lorikê wan e
Bavik bi keder xwe davêjine ser zarokan e
Lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e
Ax birîndar im wey lo lo wey lo'
Hey lê lê... wey lê lê...
Ferman e ûy... hawar... hawar...
Dîsa li me ferman e
Li jor tê te gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e
Her der xistiye nava agir û mij û dûman e
Li jêr tête qîre-qîra zarokan, hawara dayik û bavan e
Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek dine ji caran e
Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
Weke Mahabat û weke Berzan e
Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê helebçê
Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e...
Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayik û bavan e
Ax hawar... li me ferman e... li min ay.
Ax birîndarê we me, li min oy.
Erê hey lê lê... Here hey lo lo...
Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin
Hûnê kaxiz û pênûsekê bibînin binivsînin
Dinya alemê pê bihesînin
Serok û rêberên Kurda li hev bînin
Bila yek bi yek bin ji halê me
Kurdan re tiştekî ji dinyayê re binnivsînin
Bila xelq û alema pê bihesînin
Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin
Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar'
Heyfa Kurdistan ku îro dişewitînin
Agir li serê me Kurdan dibarînin
Ax de ay ay... lo lo
Ax de li min birîndarê we me...

Поcмотреть все песни артиста

Other albums by the artist

Similar artists