Kurdistan Deşt û şaxên te rengîn in Baxên gulan baxên gulan Kurdistan Kan û maxên te zengîn in Kaniyên zêran, kaniyên zêran Kurdistan Çem û rûbarên te şêrin in Avên çiyan, avên çiyan Ax Kurdistan ax Kurdistan Niştiman Karkerên te raperîn e Wek qehreman wek qehreman Niştiman Keç û xortên te gîhane Şêrên çiyan, şêrên çiyan Niştiman Zarokên te tev şiyar bûn Bûn şoreşvan, bûn şoreşvan Ax Niştiman ax Niştiman Kurdistan Ewrê reş ser te rabûn Mij û moran, mij û moran Kurdistan Sîng û berê te xuyabû Bax û bistan, bax û bistan Kurdistan Nav û dengê te belabû Nava cîhan, nava cîhan Ax Kurdistan ax Kurdistan