Gula dile min bişkivî, bi baranen evînê Hevîya hatina te me, dereng neyê, zû were. Hîn neketim bin çavan, hin neketim zindanan Hin neçûme ser çiyan, dereng neye, zû were. Em bi evînên qedexe mezin bûn, Bêrîka me de 'eynikek û şeyek... Me bi xwe mezin dikir. Û xweşikbûyîna xwe li nav xeyalen pêşerojê de Bi evîndara xwe re vedişart, Bi çavên şermoke û bi tirseke bê wate Me heviyan xwe dineqişandin. Bi xwe re hevî bine. Hevî, evîn û jîn e Barke ser keskê sora, bi rojê bixemlîne. Hîn neketim bin çavan, hin neketim zindanan Hin neçûme ser çiyan, dereng neye, zû were Dema ku em mezin bûn, Wê demê em tegihîştin ku Ger evîn azad be, wê bi wate be Ji bo wê ye ku Em bûn evîndarên welatên xwe Û emê evîna xwe bi evîndara xwe re di welatekî azad De parve bikin.