Gula dilê min qetandin Bê av hiştin çilmisandin Bo evîna min şîn nebe Çemê dilê min çikandin Nabe dilê min wiha nabe Bila gul bilbilê şa be Were gula min av bide Bila evîn bê war nebe Gula min bi xwîne şûştin Ser axa wê bê war hiştin Perçe kirin hev ketandin Bilbila wê sêwî hiştin Nabe dilê min wiha nabe Bila gul bilbilê şa be Were gula min av bide Bila evîn bê war nebe Gulam kesk û sor û zere Evîna min bê xebere Bo te helîyam bûm penaber Dil bi axîn û kesere Nabe dilê min wiha nabe Bila gul bilbilê şa be Were gula min av bide Bila evîn bê war nebe