Kishore Kumar Hits

İbrahim Rojhilat - Agit lyrics

Artist: İbrahim Rojhilat

album: Bengî


Dûr neçe heval
Na na tu dûr neçe
Dûr neçe heval
Na na tu dûr neçe
Zemherî tofan e
Bahoz û boran e
Xew şêrîn e, na heval
Zemherî tofan e
Bahoz û boran e
Xew şêrîn e, na heval
Dilê min niha bîra ji agir e
Vêdikeve bi evînê
Wek axa welatê min û rih dide canê min
Lê çima sar dibe laşê te?
Wek hêstirek çavê min
Û wekî berfa Zagrosan
Dûr neçe heval, na na tu dûr neçe
Veke çavan lo!
Dizanim, xew şêrîn e
Lê rabe! Nobedariya man û nemanê ye, rabe
Vaye binêre berbangê avît dîsa
Roj derdikeve agir li çîyayan pêdikeve
Vaye bibihîze, dengê ava kû diherike
Dengê dilê kû dihele
Dengê dilê kû dihele
Rabe, serî rake
Biqîre û çavan veke
Rabe, serî rake
Biqîre û çavan veke
Dengê xwe bilindke
Dilê xwe geş bike
Hêviya me nêze heval
Dengê xwe bilindke
Dilê xwe geş bike
Hêviya me nêze heval
Dizanim, belkî tu jî dizanî
Her bihar xwe ji nûve dixemîlîne
Li Zap, Çûkûrca, Colemêrg û Hakûrk
Niha serî rake, çavan veke û biqîre
Wek stranek azadiyê û wekî stranek aşîtiyê
Heey Egît! Bazên çîyayê Colemêrgê
Dûr neçe heval, na na tu dûr neçe
Ji her bêhnekîde hezar car dişewite cîger
Vaye binêrê, hevalên te bablekanê dileyizin
Û zanibe, benda te ne niha
Dema serkeftinê ye niha, rabe
Rabe!
Dengê xwe bilindke
Dilê xwe geş bike
Hêviya me nêze heval
Dengê xwe bilindke
Dilê xwe geş bike
Hêviya me nêze heval
Dengê xwe bilindke
Dilê xwe geş bike
Hêviya me nêze heval

Поcмотреть все песни артиста

Other albums by the artist

Similar artists