Ay de bê... lê dayê... Rebenê, porkurê, gulîbirê nemayê de bê... ax de bêje de bêje... Buhare li welatê dûrî xerîb dîsa xeberekî reş ji min re hatiye, Agir û pête xistiye nava cerg û dilane lê ax lê dayê... Sal nodûçar sîhê gulanê, Heyjde rêhevalên xweşmêr,şoreşgerên Kurdistanê, Li deşta şewitîya Ezirganê, Li çemê Sansarê ax de tu xerabî mal wêranê. Leşkerê dijminên xwînxwarin weke gurê Harin çember girtine li dora hevalane Yek jê di navda piçûkê çar xwîçk û du birane Hevalê Rêzan,çavbelekê min xortê cîwan mabû di nav lepên xwînxwaran Canê cîwan dabûn ber gulan û bombane. Ax de bêje dayê... rebenê, porkurê, gulîbirê nemayê Ez çawa ji bîr bikim van kul û keserên giran Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê. Ay de bê... lê dayê... Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê... ax de bêje, de bêje. Dema sal nod û du meha Adar ê, Ez dihatim xerîbîye min xatirê xwe dixwest, Ji der û cîranan ji gundîyane ax lê dayê, Min ji hevalê Rêzan çav û biryên reş û belek nestandîbû tu ramûsane Lê min çizanîbû ez nabînim ji vir û wa Da xortê cîwan bi ronîkê çavane lê dayê. Ez çibikim îro jî xebera reş limin bûye mêvane, Wek xinçerekî tûj e tal e li serê sînga Min dane, agirekî nava dilê min dadane, Dunya min reşbûye, jiyan li min bûye wêrane lê dayê. Ax de bêje dayê... Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê Ez çawa ji bîr bikim van kul û keserên giran Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê