Şengra şungra bûka bê qudûm e Şexra reşa li serî ye Masiyê gola yî zîvî ye Li qate jor şuştî ye avê xelasê xwe guheriye Zerdeşte kal jî li hêviyê ye Şengra şungra bûka bê qudûm e Şexra reşa li serî ye Wa keçka bê kofî ye Derdê wê ne li kesa Derdê wê li dar û bera Zinar jî li ber şikestiye Kalê Zerdeşt jî hatiye Ev rebena li mal da mayiye Kezî û gulî jî tev daniye Erd û ezman tev hiziya Keçik dane xezûrana Gul û gupik çilmisiyan Felekê heyf hilan Şengra şungra bûka bê qudûm e Guliya morîn semela kedira veşartin Hijde salî mal da mayî Bê kes û sêwî Zerdeşt jê ra bû şoşban