Diwênê şew bînîm le xewê Le ser cêy ber mangeşewê Xom xizande ser cêy fênik Nemhişt ber henasem kewê ♪ Qijî xawî Ba lêdawî alozawî Car car deyda poş le çawî Xwaye giyan çandim xoş dawê ♪ Zor be espayî û be nermî Demim bird bo lêwî germî Çawî helhêna û pey gûtim Xewnim edî to hewserimî ♪ Neyhişt hestim Girtî destim lêwî gestim Mûçirkêkî xoşî daygirt Sera pay henaw û hestim ♪ Wêkra ta mela bangdanê Têk aran û dest le milanê Le nakaw dengî melay hat Daybirrîm le bejnî ciwanê ♪ Be sersemî Be nakamî bê aramî Be cêm hişt beheştî xewnim Çawim pir bû le giryanê Be cêm hişt beheştî xewnim Çawim pir bû le giryanê Çawim pir bû le giryanê