Zivistan bi ser me de hat Dibare berf û baran Rojên xweş û ronahî Li me kire taristan Pelên dara me zer bûn Ji ser û bin hilweşand Ba û bagerr li me rakir Em tev bêcihûwar man Ev jiyana pir xedar Li serê me dike ferman Li serê me dike ferman Dinalin dibêjin lo lo Digirîn dibakin wax Dibakin dinalin lo lo Digirîn dibêjin wax Her kesî di cihê xwe de Mal û mewdanên xwe berdan Li welatê biyaniyê Her kes dimîne perîşan Go ez ne li cihê xwe bim Jiyan ji min re nabe eman Nan û dewê welatê min Xweştir e ji sifra siltan Nan û dewê welatê min Xweştir e ji sifra siltan Dinalin dibêjin lo lo Digirîn dibakin wax Dibakin dinalin lo lo Digirîn dibêjin wax Hey wax eywax eywax Eywax eywax eywax Dinalin dibêjin diqêrîn Eywax eywax eywax Hey lo eywax Dinalin diqêrîn dibêjin Hey lo eywax