Dîlbera m'rûnist Dîlbera m'rabû Weke hinek tist Jê ve xuya bû Wê parsekî hist Bi çav û birû Axê vemalist Û çû. Min da dû Nêzîkî tenist Bûm û min got û; ÃSdî bes, te kust Vî dilê zarû. Go; "deng me ke hist!... Bilezîne zû." Ez û yara seng Çûn ber çemekî Rawestan li teng Hêsîn kemekî Têde rengareng Gulên bîhneki hebûn. Go qeseng; Ew yara bengî "Be hîs û be deng Divê mêzeki Wî marê li çeng Marê koreki Ji kemê bi ceng Mi-d'vê berzekî Ev bergeha ha Wargehê min e Tevî mi-j'te ra Bex; û mizgîn e Marî ji kema Hanê derine Bikuje bila ÃSdî nemîne Wê gav ev sînga Sor û spî ne Ji cotikên memka Ji xwe r'hilîne Bide ber geza Xwe pê vejîne Serm e, zilam î Ji pey min ve be ÃSdî b'temamî Evin ne ew e Ku d'kî beyanî Ma b'çav û dev e Bengî û ram î? Minji dil da te Ser vî meqamî Dilpiritî me. Tu bo min qam î Lê, çikim nezan? Xisim û xam î?" Dile rebeno Rebeno dilo Bi jan û kovan Bi xem û kulo Me go, "carekî Biçêjin wilo Ji evîna xwes" Evînê çilo Anî serê me? Jinê l'me sêlo Kir bi xetere Dîlo rebeno. Rebeno dilo! Nasît û nezan Bi derd û kulo!