Kishore Kumar Hits

Mehmûd Berazî - Siwaro lyrics

Artist: Mehmûd Berazî

album: Siwaro


Ey lo siwaro ma tu bû stêra va egîda êêêê
Şefaqê xwe dabû şelîtê kunê mezin,
Zeraqê xwe dabû konan û va çîta
Xweşmêr mala babê min nemane
Lewma qelsemêr hespê wan dide ber cidîda li minê
Ey la hayê sed car li min hayê
Sê sed qeda û bela bikeve tor û bextê vê dinyayê êê yeman
Ey lo siwaro berî sed cara li min berî
Siwarek tê canîya wî reş e weke tenî
Ev siwar çiqas bi şîr û mertalê xwe ra dikenî
Siwaro lewma te namîs nekir
Mi evdalê Xudê heram be ji îro pê de guhar û benî li minê
Eva siwara siwar şeqandin
Eva kihêla qeyd û merbetê xwe qetandên
Eva kumêda şînboz westandin
Ebabelekan eba li zendê zer walandin
Eva xweşmêran cotê qerezîv dermanca li paxilê hev teqandên
Mertalê zêr û zîvî ser serê hev firandin
Hingê min zanîbû xweşmêr mala babê min nemane
Lewma meydana şengesiwarê min jê standin
Ey lo siwaro min evdalê Xudê hatibû rojika înê
Xortik û cahilê me ne li mal in
Kalemêra digot em biçinê li minê
Hingê min zanîbû birîna şengesiwarê min ne ya xêrê ye
Lewma kurma girtibû devê vê birînê yeman
Ey lo siwaro min evdalê Xudê hatibû selefek
Siwarê bergîra vê sibê darijîyane li meydanê.
Yê kihêla girtibû çar teref e
Xweşmêr mala babê min nemane
Pey şengeswarê min evdalê Xudê dikin girran û gef e li minê
Ey la hayê sed car li min hayê
Sê sed qeda û bela bikeve tor û bextê vê dinyayê êê yeman
Ey lo siwaro vê sibê tu bû stêra va egîda
Şefaqê xwe dabû şelîtê kunê mezin
Zeraqê xwe dabû konan û çîta.
Xweşmêr mala babê min nemane
Lewma qelsemêr dikine de'wa cîya
Li minê
Ey la hayê sed car li min hayê
Sê sed qeda û bela bikeve tor û bextê vê dinyayê yeman

Поcмотреть все песни артиста

Other albums by the artist

Similar artists