Xewna Derew Çavê te bar kirin ji vî diyarî Ne dengê min tê ne jî yê te Li ber ronahiyeke nîvmirî ez dimeşim Dewsên tiliyên te winda dibin yek bi yek Ji xewneke derewîn Ji dilekî derewîn Ji bêhneke serxweş Hişyar dibim ji nû ve Te dîl girtibû, min dest berda Te can kuştibû, min eşq berda Xwedî dilekî poşman im, lê çi feyde ye Ne tu dizanî çi bikî, ne jî ez Min emrê xwe bihûrand, bi gazindên te Dewsa lêvên te jî winda dibin yek bi yek