Kishore Kumar Hits

Diljen Roni - Tê Bîra Te? lyrics

Artist: Diljen Roni

album: Xewna Derew


Tê Bîra Te?
Tê bîra te?
Ku dengê me li hev diket
Di wan demên bêdeng de dest cemidî,
Dil sar bû
Şeveke ji payîzê bû, tê bîra te?
Her der zer û şil bû, tê bîra te?
Tê bîra min!
Çûna te çiqas bêwext bû
Evîneke hilweşiyayî te hiştibû li pey xwe
Şevek ji payîzê bû, tê bîra min!
Herder zer û şil bû, tê bîra min!
Ka îşev tu li kû yî? Ez bi tenê me.
Li ber baraneke betilî û hûr ez westiyayî me
Dilê min li te digere, çav li derî
Destê min vala ye, bi jan herdem tijî
Lê tu li kû yî jana min?
Lê tu li kû yî hêviya min?
Lê tu li kû yî evîna min?

Поcмотреть все песни артиста

Other albums by the artist

Similar artists