Kishore Kumar Hits

Diljen Roni - Xeydok lyrics

Artist: Diljen Roni

album: Xewna Derew


Xeydok
Dengekî gewre herikî
Ji qermiçokên eniya pelan
Ji stûnên kezeba dilan
Bêpirs te deriyê jiyana min girt
Bêpirs û xatirxwestin tu çûyî
Mîna tenêtiya te mame
Benda bêhna te mame
Xemgîniya min ji ber xeydokiya te
Te dengê xwe veşart û tu çûyî
Ji xwe re dibêjim ji xwe re guhdar dikim
Helbesta te ya çavzarok
Û strana çivîkan li cem min ma
Xeydok!
Bêsûc im
Xweliya emrê min têx nava tiliyê xwe
Bişo bi çola kerbela serê min
Tu dê bibînî ez bêsûc im
Ji nava derewan daweşandî hatim

Поcмотреть все песни артиста

Other albums by the artist

Similar artists