Kî ji min bir xewnên şevan? Kî kuşt kenê li ser lêvan? ♪ Kî roja me bire ava? Hoy zemano, hoy zemano, hoy zemano, hoy... ♪ Ez ciwan bûm te ez pîr kirim. Ji vî dilî te ez ji bîr kirim. ♪ Hin birine jor hin jêr kirin. Hoy zemano, hoy zemano, hoy zemano, hoy... ♪ Zemanekî bi fetl u xap e. Xwe dike xwedî, lê xirab e. ♪ Bi me dikene, wilo nabe! Hoy zemano, hoy zemano, hoy zemano, hoy... ♪ Zemanekî bi xap û fen e. Me dikuje dîsa dikene. ♪ Dibê ma hîn wek min hene. Hoy zemano, hoy zemano, hoy zemano, hoy.