Kishore Kumar Hits

Hozan Aytaç - Gulamın lyrics

Artist: Hozan Aytaç

album: Heyerane Te Me


Bila vê sitrana hanê ji hemû...
Em bêjin yên ku (zaliman) li wan zilm kirine
Yên ku (kujeran wan) qetil kirine, bila vê sitranê ji wan re here
Pêşkêşî hemû gelê me be

Birin, birin, birin, birin, şêxê min birin
Birin şêxê delal darda kirin
Rêber, çavê me Kurdan wenda kirin
Derd û kulê kevn teze kirin
Birin, birin, birin, şêxê min birin

Lo lo çûme Bedlîsê nava gelê
Gede heyran, çûme kambaxa Bedlîsê nava gelê
Îro jê derketî cotek xwelî
Gelo yek Şêx Şebedî yê Seîd Elî
Birin, birin, birin, birin, şêxê min birin
Birin, birin, birin, şêxê min birin
Birin şêxê delal darda kirin
Rêber, çavê me Kurdan wenda kirin
Derd û kulê kevn teze kirin
Birin, birin, birin, şêxê min birin

Lo lo kuro çûme Bedlîsê di kortê de
Gede heyran çûme xeyda di kortê de
Îro dara zilmê di ortê de
Destê herdû şêxê delal girtin, avêtin di darê de
Gelo şirît qetiya ced xwedê da
Birin, birin, birin, şêxê min birin
Birin, birin, birin, şêxê min birin
Birin şêxê delal darda kirin
Rêber, çavê me Kurdan wenda kirin
Derd û kulê kevn teze kirin
Birin, birin, birin, şêxê min birin

Tu dibî dayika şêran
Tu dibî gula gariyan
Daxwaziya me xelas bûna te
Te şîn daye tola şehîdan
Daxwaziya me xelas bûna te
Te şîn daye bi xwîna şehîdan
Gula min, gula min, gula min
Tu rihana min
Doza min, doza te ye
Tu negirî, bes e gula min
Gula min, gula min, gula min
Tu rihana min
Doza min, doza te ye
Tu negirî, bes e gula min

Dijmin hatiya tev biqetile
Bila bizanibe em ne tenê ne
Gelê min hemû rabû ser pîya
Em ji bona te tev yekîtî ne
Gelê min hemû rabû ser pîya
Em ji bona te tev yekîtî ne
Gula min, gula min, gula min
Tu rihana min
Doza min, doza te ye
Tu negirî, bes e gula min
Gula min, gula min, gula min
Tu rihana min
Doza min, doza te ye
Tu negirî, bes e gula min

Поcмотреть все песни артиста

Other albums by the artist

Similar artists