Te kalkirim bi ciwanî Lê ez xort, bûm tu baş zanî Pelê dara min te weşand Buhar çû, te payîz anî Hêviya min nema di jînê da Bê kes mame vê dinê da Gula dilê min çilmisî Qe şîn nabe ji îro pêda Birîn kûre cebar nabe Bi dermanan rehet nabe Heyfa min tê li wê heyfê Ku li mirinê çare nabe Hêviya min nema di jînê da Bê kes mame vê dinê da Gula dilê min çilmisî Qe şîn nabe ji îro pêda Te kalkirim bi ciwanî Lê ez xort, bûm tu baş zanî Pelê dara min te weşand Buhar çû, te payîz anî