Kishore Kumar Hits

Adnan Karim - Chamey Nali lyrics

Artist: Adnan Karim

album: City


Qurbanî tozî rêgetim ey badî xoş mirûr!
Ey peykî şareza be hemû şarî şarezûr!
Qurbanî tozî rêgetim ey badî xoş mirûr!
Ey peykî şareza be hemû şarî şarezûr!
Ey lutfeket xefî û hewa xwah û hemdeme!
Wey sirweket beşaretî sergoşeyî ḧuzûr!
Ey hem mîzacî eşkî terr û germî aşiqan!
Tofanî dîde û şererî qelbî wek tenûr!
Gahê debî be rewḧ û dekey baweşênî dill
Gahê debî be dem, dedemênî demî ẍurûr
Gahê debî be rewḧ û dekey baweşênî dill
Gahê debî be dem, dedemênî demî ẍurûr

Meḧwî qebûllî xatirî atir şemîmite
Gerdî şîmal û gêjî cenûb û kizey debûr
Sûta rewaqî xaneyî sebirim, dill û derûn
Neymawe ẍeyrî goşeyî zîkirêkî ya sebûr
Hem hem'enanî ahim û, hem hem rîkabî eşk
Reḧmê bem ah û eşke bike, heste bêqusûr
Wek ahekem dewan be heta xakî koyî yar
Wek eşkekem rewan be heta awî şîwesûr
Bew awe xot bişo le kudûratî serzemîn
Şad bin be weslî yekdî ke toy tahîr, ew tehûr
Bew awe xot bişo le kudûratî serzemîn
Şad bin be weslî yekdî ke toy tahîr, ew tehûr

Поcмотреть все песни артиста

Other albums by the artist

Similar artists