Xwezya pişta min Li dîwarê gundemê me ba, Berê min li rojê ba û çavê min girya ba Xwezya her tişt wek dilê min ava biba Bera ev dil li xeribiya lê nedaba Rengê min meşextim Bêçar in, bêbextin Dara min bi gul bû Gul hemû ji darê ketin Hey lo dilo Hey lo dilo Xwezya!... Xwezya min... Weyla li bextê min Bê û li vam Sal û dema Stû sikestî bi hemû Rengan ez kuştim e Kevnare ax û xwelya te ez Kor bûme Ez kor kirim berdame Ber ava çema!... Zanibe bêrya te dikim Bêriya her tiştî ji te dikim Ji pencaran pirsa te dikim Ji evînê, ji te hez dikim Hey lo dilo Hey lo dilo Xwezya!... Xwezya min... Jin bê welat çi ye Çavê min ji te re tî ye!!...