Kishore Kumar Hits

Koma Xelîkan - Ez Na Dinim lyrics

Artist: Koma Xelîkan

album: Nalîn


Li ser axa bav û kalan
Hêvîyên min bûne binçav
Ramanên min girtî ne
Va ne jîyan ne mirin e
Tu jî jîyanek azad û
Bi rûmet ra ...
Strana jîyan e ken û
Axînek kûr bilorîne
Birînê tu, çend sal berê
Pîne kir, ez ketime rê
Ji teyran ra bû hêlîna derdan
Êş û nalîn hat tev serda
Jîyan xweş e berxika min
Navê mirinê çiqas sar
Umrê min xewneke şevê
Ez î kalim tu stuxwar
Ez ne dîn im ne dîn im
Ez ne dîn im, ne dîn im
Evîneke veşartî
Di dil da digerînim
Li Çarçira dar da bûm
Zîlanê gûlle baran
Li başûr Leyla bûm
Helepçe û ...
AXÎN...
Ez ne dîn im ne dîn im
Ez ne dîn im, ne dîn im
Evîneke veşartî
Di dil da digerînim
Birîna dilêm kevin e
Dezî dilêm qetîye
Evîna min ji min çû
Bi ava binûxmîne.
Em ne dîn in...

Поcмотреть все песни артиста

Other albums by the artist

Similar artists