Gava baran dibare Ji bîra min tu nare Belbelîskên ser avê Şahiyên kurt û har Di nav ewrên Gewr û reş Gewr û reş Ez te bibînim heyvek geş Ba û bahoz dibarin Talan dikin rojên xweş Li bin mijên sibehan Gul nû dibin ji rehan Lê tu gulek xemgîne Di zindana gunehan de Gava dilop hatin xwar Hatin xwar Li hêviya bo buhar Hat bîra min Hêsra te Ew nalîn û ew hewar Kesk û sor va zîvirîn Mûmên şevê vemirîn Gelek roj û meh û sal Li xerîbiyê buhirîn Kesk û sor va zîvirîn Zîvirîn Şemalên dilê min vemirîn Gelek roj û meh û sal Weke xwenan buhirîn